Ji Balyozxaneya Beyrûdê ya Emrîqaya îşxalker re çalakîya çekdarî
Ji Balyozxaneya Beyrûdê ya Emrîqaya îşxalker re bi çekan çalakî hat lidarxistin. Di çalakîyê de mirî an jî birîndar pêk nehatin.
Hat îfadekirin ku ji balyozxaneyê re di seat 08.30yan de çalakî hatîye lidarxistin. Di çalakîyê de çekên biçûk hatine bikaranîtin.
Artêşa Libnanê derheqê çalakîyê de daxuyanî da, diyar kir yê ku li dijî balyozxaneyê çalakîyê li dar xistîye welatîyê Sûrîyê bûye.
Di daxuyanîyê de hat ragihandin mirovê ku çalakîyê li dar xistîye ji teref hêzên Libnanê ve hatîye hedefgirtin û birîndar bûye, ji bo tedawîyê ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.
Hat îfadekirin ku tehqîqata derheqê bûyerê de hatîye destpêkirin hêj didome. (ÎLKHA)