• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Siyonîstên îşxalker êrîşî Mescida Eqsayê kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkerên cihûyî, di nav wan de jin û zarok jî hebûn, ji Deriyê El-Maxaribali başûrê rojavayê Mescid Eqsayê derbasî Haremî Şerîf bûn ku ayînên Talmûdê pêk bînin.

Hat diyarkirin ku îşxalkeran li hewşên Mescîda Eqsayê turên provokatîf organîze kirin û li nêzî Qubeya Sehrayê ayînên Telmûdê kirin.

Rejîma îşxalker a siyonîst jî di vê êrîşê de bi polîsên xwe çeteyên cihû parastin.

Polîsên îşxalker ên li ber deriyê Bajarê Kevin û Mescîda Eqsayê bi cih bûne nahêlin Filistînî bikevin herêmê.

Êrîşên rejîma siyonîst ser Mescîda Eqsayê heta sala 1967an diçe.

Piştî çend rojên ji îşxalkirina Qudsa Rojhilat, de roja 15ê Hezîrana sala 1967an de, serleşkerê rejîma siyonîst, Şlomo Gorn û 50 cihûyîyên bi wî re, êrişî Mescida Eqsayê kirin.

Ji wê rojê û vir ve îşxalkeran êrîşî Mescida Eqsayê dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir