Keştîya aîdê Koreya Bakur bin av bû: 90 leşker mirin
Hat destnîşankirin ku meha borî keştîyekî aîdê Koreya Bakur li alîyê sînora başûr bin av bû û 90 leşker mirine.
Sîteyên xeberên navendê wan li Koreya Başûr e îddîa kirin ku binav bûna keştîyê û mirina leşkeran di nav artêşê de bû sedema tevlîhevbûneke mezin.
Hat destnîşankirin ku di nav keştîyê de 130 leşker hebûne û ji bona ku sînoran lê biki ji rojhilata welat re dihatin sewqkirin.
Ji teref rayedarên welat ve hêj tu daxuyaneke fermî neha dayîn lê bûyerê jî nederewandin. (ÎLKHA)