Li Misirê avahîya 5 qatî hilweşîya
Li bajara Dekahlîyeya Misirê avahîyeke 5 qatî hilweşîya, xebatên lêgerîn û xelaskirinê hêj didomin.
![Li Misirê avahîya 5 qatî hilweşîya](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/wxyobU-NahhQpzdnYXAPUWPVy7w=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/23/li-misire-avahiya-5-qati-hilwesiya-bedf34c6.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li herêma Mît Xemra ku girêdayê bajara Dekahlîyeya Misirê ye pêk hat.
Li gorî çapemenîya mehellî, avahîyeke 5 qatî, ji ber vînça ku welatîyek dixwest eşyayên xwe bar bike hilweşîyaye.
Mirovên ku bûyerê dîtine weha îfade kirin, “Me dît ku avahî ji nişkav ve xwar bû, dûre dengê qîrîn û hewaran hat, di wê esnê de avahî hilweşîya û moloz li ser wesayîtekî ku di kolanê de derbas dibû ket.”
Piştî bûyerê ji herêmê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. (ÎLKHA)