• DOLAR 32.915
  • EURO 35.28
  • ALTIN 2456.733
  • ...
Li Meletîyê 2 wesayît li hev qelibîn: 1 mirî, 5 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, di seat 17.30yan de li alîyê Sandikkaya-Uluverena ser rêya Meletî-Qeyserîyê pêk hat.

Li gorî aghîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta bi plaqeya 34 RY 9268 ku di bin îdareya R.A. de bû, li wesayîta bi plaqeya 51 BM 600 ya ku di bin îdareya A.O. de bû qelibî.

Di encama qezayê de Î.A, M.A, A.O, R.A, S.A. û N.A. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku ji birîndaran Mehmet Aydogdu (61), canê xwe ji dest da û rewşa Î.A. jî giran e.

Derheqê  qezayê de tehqîqat hat destpêkirin.

(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir