• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Daxuyaniya hevpar a alimên beşdarî civîna HAMASê ya li Qeterê bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Dohaya paytextê Qeterê heyetên ku ji alimên ummeta Îslamê pêk tên û li 30 welatan alim, sazî û rêxistinên ku temsîl dikin doh cara ewil bi rêvebirên siyasî yên tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê HAMASê re hatin bal hev. Heyetek ji ITTIHADUL ULEMA ya Tirkiyeyê jî beşdarî civînê bû.

Di hevdîtinê de mijarên têkildarî Tofana Eqsayê, Quds û Filistînê û geşedanên herî girîng ên têkildarî doza Filistînê û erkên li hember wê hatin nirxandin.

Beşdaran pîrozbahî li şehîdên Tofana Eqsayê kirin û ji birîndaran re jî şîfa xwestin. Her wiha ji gelê bi sebir û berxwedana li Xezzeyê re serketinê xwest.

Piştî civînê beşdaran bi weşandina daxuyaniyeke hevpar piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê ragihandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin bicihkirin:

1- Ji cîhad û berxwedana gelê Filistînê ya li hember dijminê sîyonîst ê xwespker re, bi tevahî piştgirî bê dayîn. Alimên ummetê di vî şerî de mil bi mil bi mucahîdên ku êşê li dijmin dixin û bi cîhada xwe tevahî umeta Îslamê diparêzin.

2- Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS) û hemû komên berxwedanê yên li herêmên Filistînê tevgerên azadiya neteweyî ne. Ew temsîla wijdanê ummetê yê azadî û hêzê dikin. Hewldana rûreşkirina van koman ji aliyê partî, rêxistin û dezgehên ragihandinê ve, ji bilî xizmetkirina dijminê siyonîst di şerê wê yê cinayetkar de, tiştekî din nîne.

3- Quds û Mescîda Eqsayê di navbeyna ummeta Îslamê û rêxistina siyonîst û alîgirên wê de navenda nakokiyan e. Divê ummet bi hemû sazî û beşên xwe ve berpirsyariya xwe ya dîrokî û erka xwe ya rewa bigire ser milê xwe ku ji bo azadkirina Filistîn û Mescida Eqsayê û li hember xeteriyên li ser mabeda Hz Resulullah.

4- Ji guhertin û veguhertinên mezin ên ku ji ber Tofana Eqsayê pêk hatin, sûdwergirtina ji hêla stratejîk û çandî ve girîng e. Çawa ku projeya siyonîst di destê mucahidên qehreman, mirovên qenc ên ummetê û azadîxwazên cîhanê de bi dawî dibe, em bang li umeta Îslamê dikin ku li ser milê rast ê dîrokê bin. Xwezî bi wan kesên ku di keştiya heqîqetê û cîhadê de ji bo Xwedê Teala li hember şikestxwariya siyonîst in.

5- Ji bo yekgirtina umeta Îslamê bi hemû pêkhateyên xwe ve li hember dijmin û hevalbendên wê xebat bê kirin. Dijmin ummetê bi hemû pêkhate û rûdanên xwe hedef digire, ev yek jî di warê qanûnî û derûnî de pêwîst dike ku bi hemû hêza xwe li dijî wê derkevin.

6-Asayîbûna bi dijminê siyonîst re bi hemû şekl û hêlên xwe ve bê qedexekirin û boykoteke berfireh li ser saziyên ku piştgirî didin sîyonîst û saziyên ku pê re tevdigerin bê aktîfkirin.

7- Wek aliman; Em gelê xwe yê li Xezzeyê, jin, zarok, ciwan û pîr û mucahîdên ku destana şer di destê wan de ne, silav dikin. Em baweriya xwe bi pêşengiya berxwedanê dubare dikin û tekezî li ser piştgiriya xwe ya tam di şerê wê yê ji bo danûstandinên meydanî û siyasî yên ji bo bidawîkirina şerê qirkirinê, vekişîna tam ya hêzên dijmin ji Xezzeyê, jinûveavakirin, bidawîkirina dorpêçê û gihiştina lihevkirineke cidî ya pevguhertina girtiyan dikin. Ku dê mexdûriyeta girtiyên li girtîgehên îşxalkeran bi dawî bike." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir