• DOLAR 32.547
  • EURO 35.043
  • ALTIN 2438.762
  • ...
Rejîma Siyonîst êrişî Filistîniyên li Şerîeya Rojavayê kir: 3 şehîd û 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Êrîşên artêşa bi navê rejîma îşxalker a siyonîst li dijî Filistîniyan li gelek bajarên Şerîeya Rojava dewam dikin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa îşxalkeran a li bajarê Nablusê de 3 Filistînî şehîd bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da diyar kir ku li Nablusê Ehmed Omer el-Hîdîrê 30 salî, Adem Salahaddîn Farrac ê 23 salî û Mutez Xalid Nablusiyê 28 salî şehîd bûne.

Di dîmenên ku li ser medyaya civakî hatin parvekirin de hat dîtin ku îşxalkeran ciwanê Filistînî yê şehîd Ferrac di nava xwînê de kaş kirin û cenazeyê wî girtin.

Hat diyarkirin ku îşxalker demek dirêj li şehîd Ferrac digeriyan û dema ku beşdarî daweta xwişka xwe dibû bi ser wî de girtin û qetil kirin.

Rejîma siyonîst di van êrîşan de 8 Filistînî birîndar kirin.

Piştî operasyona ku Tevgera HAMASê di 7ê Cotmeha 2023an da dabû destpêkirin, li bajar û bajarokên Şerîeya Rojava, Quds, El-Xelîl, Ramallah, Erîha, Nablus û Qelqeliyayê şer û pevçûn didomin.

Di şer û pevçûnan de heta niha herî kêm 525 Filistînî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir