• DOLAR 32.664
  • EURO 35.2
  • ALTIN 2447.189
  • ...
Kabîneya Serokkomarîyê îro dicive
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kabîneya Serokkomarîyê, îro wê di bin serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan de bicive.

Tê texmînkirin ku ew ê civîn di seat 15.00an de dest pê bike.

Ew ê di kabîneyê de rojev aborî be. Di civînê de ew ê reqemên enflasyonê, daneyên bazirganîya derve, zêdebûna fîyetên fehş û meseleyên stokkerîyê bêne bidesxistin. Ew ê meseleya teserrûfa di raya giştî de jî bê gotubejkirin.

Tê texmînkirin ku ew ê di kabîneyê de roja tetîla Îda Qurbanê jî bê eşkerekirin. Îda Qurbanê ew ê di navbera 16-17-18-19 Hezîranê de be.

Hat destnîşankirin ku ew ê di civînê de hemû hazirî bêne temamkirin û nirxandinên derheqê Pakêta Darazîna 9emîn jî bê kirin.

Hat îfadekirin ku ew ê operasyonên derveyê sînor jî bêne gotubejkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir