Li Elmanyayê lehî çêbû: 4 mirî
Li Elmanyayê ev bû çend roj e şilîyeke dijwar tesîrdar e, ji ber vê şilîyê başûrê Elmanyayê di bin avê de ma.
![Li Elmanyayê lehî çêbû: 4 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/D9jfMcvirs4M6vtxRoY-gcp_Yl4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/23/li-elmanyaye-lehi-cebu-4-miri-cfe6714c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ji ber ku rewşa herêmên Rems-Murr û Ostalb ji ber lehiyê gihîştiye pileyeke krîtîk, şênî di stargehên lezgîn de hatin bicihkirin û biryar hat dayîn ku îro dibistan hatine girtin.
Di dawiya hefteyê de li herêmên başûrê Bavyera û Baden-Wuerttembergê bi hezaran kes ji malên xwe hatin derxistin.
Li herêma Ebenhausen-Werk a Bayernê piştî teqîna bendavê ji 800 kesî hat xwestin ku malên xwe biterikînin.
Ji ber lehiyê 2 jê xebatkarên xwebexş 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Li herêma Regensburg a ku li ser çemê Dunayê ye ji ber ku av bilind bû rewşa awarte hat ragihandin.
Ji ber barana berdewam li gelek herêmên eyaleta Baden-Württemberg û Bayernê çem û robar herikîn.
Di daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê de hat ragihandin ku barîna baranê ji roja Înê û vir ve dewam dike û barana ku bi gelemperî di mehekê de tê dîtin di rojekê de bariye. (ÎLKHA)