Li Qocaelîyê ketina li daristanan ji bo 6 mehan hat qedexekirin
Walîtiya Qocaeliyê daxuyand ku heta 1ê Mijdarê ketina herêmên daristanên ku rîska şewatê zêde heye hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîyê hat belavkirin de werê hat gotin:
“Ji ber ku tê dîtin ku di demsala havînê de ji ber zêdebûna germahiya hewayê û tevgera mirov û wesayitan li deverên daristanî û tevgerên xelet dibe ku şewatên daristanan çêbibin, ji hêla Walîtiya me ve 01 Hezîran 2024 û heya 01 Mijdar 2024 derbasdar qerarên pêşîgirtinê yên jêrîn hatine girtin û bicîh anîn. (ÎLKHA)