Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya HUDA PARê diyar bû
Kongreya Mezin a Asayîya 5emîn a HUDA PARê, ew ê di 7ê Tîrmeha 2024an de di roja Yekşemê de li Enqereyê bê lidarxistin.
![Dîroka Kongreya Mezin a Asayî ya HUDA PARê diyar bû](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/JIEGnOtDnA0UYvg_Umb1AVlnFso=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/23/diroka-kongreya-mezin-a-asayi-ya-huda-pare-diyar-bu-64202e1e.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li ser hîsaba medyaya civakî ya HUDA PARê daxuyanîyek hat parvekirin û di weşana HUDA PARê de hat îfadekirin ku di serokatîya Serokê Giştî Zekerîya Yapicioglu de, di civîna Sazîya Îdareya Giştî de, derheqê dîroka kongreyê, cîh û rojevê de biryar hat girtin.
Li gorî biryara ku hatîye girtin, Kongreya Mezin a Asayî ya 5emîn a HUDA PARê, di 7ê Tîrmeha 2024an de roja Yekşemê di seat 13.00an de bê lidarxistin.
Hat destnîşankirin ku heger piranîya hewce neyê bidestxistin ew ê civîna duyemîn wê di 21ê Tîrmeha 2024an de bê lidarxistin.
Kongreya Mezin ew ê “Di Navenda Kongre û Çanda Enqereya Bakur de” bê tertîpkirin. (ÎLKHA)