• DOLAR 32.678
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2448.274
  • ...
Rejîma sîyonîst êrîşî Xezzeyê kir: Bi dehan şehîd
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komkujî û jenosîda artêşa qaşo rejîma îşxalker a sîyonîst li ser Xezzeyê dewam dike.

Rejîma Siyonîst li seranserê şevê mal û avahiyên sivîlan li navçeyên curbicur ên Xezzeyê hedef girt.

Li gorî agahiyên ku ji şahidan hatine girtin, artêşa dagirker li dijî Ez-Zavayîdayê êrîşek li dar xistiye.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de zarok jî di nav de gelek kes şehîd bûne yan jî birîndar bûne. Hat ragihandin ku birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya Deyr El-Belahê.

Artêşa îşxalker 2 malên li herêmên Bûreyc û Nuseyrat ên li navenda Şerîda Xezzeyê bombe kirin.

Di êrîşê de 6 jin û zarok şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn.

Cenazeyên şehîd û birîndaran rakirin nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya bajarê Dêra Belahê.

Hat diyarkirin ku xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên di bin xirbeyên mala bombebarkirî da mane dewam dikin.

Di encama bombebarana mala malbata “Ebû Nar” a li Kolana Bîstemîn a Nuseyratê de 4 Filistînî şehîd bûn.

Li êrîşên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê ve 36 hezar û 439 filistînî ji wan herî kêm 15 hezar û 328 zarok û 10 hezar û 171 jin şehîd bûn û 82 hezar û 627 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir