• DOLAR 32.873
  • EURO 35.169
  • ALTIN 2458.49
  • ...
Maldîv ketina welatiyên rejîma îşxalker a sîyonîst qedexe kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gor daxuyaniya Serokatiya Maldîvê, Muhammed Muizzu li ser pêşniyara Lijneya Wezîran biryara qedexekirina hatina "qedexeya ketina welatiyên îsraîlî li welat" yên siyonîst da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Qerara kabîneyê, di nav xwe de guhertina qanûnên pêwîst ji bo qedexekirina xwedan pasaportên israîlî ji ketina Maldivê û avakirina komîteyek di nav hukûmetê de heye ku çavdêriya van kiryaran bike.”

Serokomarê Maldîvê herwiha biryar da ku nûnerekî taybet ji bo nirxandina hewcedariyên Filistîniyan destnîşan bike û bi piştgiriya Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo koçberên Filistînî li rojhilata nêzîk kampanya komkirina alîkariyan ji bo alîkariya Filistînê organîze bike.

Tê plankirin ku li welêt ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê bi mijara "Maldîv piştgirîya Filistînê dike" mîtîngek li seranserê welêt bê lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir