• DOLAR 32.825
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2450.671
  • ...
Muttakî: Piştî şerê 45 salan, Efxanîstan gihaşt ewlekarîyeke nedîtî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hevdîtinê de ku mijara beşdarbûna Efxanîstanê di civîna ku li Dohaya paytexta Qeterê tê lidarxistin de hat nirxandin, Wezîrê Karên Derve Muttakî geşedanên li welêt ji muxatabê xwe re ragihand.

Nûnerê Taybet ê Efxanistanê yê Yekîtiya Ewropayê Thomas Niklasson destnîşan kir ku beşdarbûna nûnerên Mîrtîya Îslamî ya Efxanistanê di 3yemîn Civîna Dohayê ya ku wê mijarên girîng bên gotûbêjkirin girîng e.

Muttakî bal kişand ser wê yekê ku Mîrtîya Îslamî ya Efxanistanê siyasetek li ser bingehê peywendiyên hevseng û erênî digel hemî welatan dişopîne û diyar kir ku ew dixwazin di 3yemîn Civîna Dohayê de beşdariyek bi wate hebe, ku tê de armanca wan başkirina rewşa gelê Efxanistanê ye.

Muttakî diyar kir ku Efxanistan piştî 45 salên şer û wêraniyê, ewlekarîyeke nedîtî bi dest xistiye, Muttekî tekez kir ku, wan weke welat di warên cuda de pêşketinên berçav û erênî bi dest xistine û ev yek jî îradeya Efxanistanê ya ji nû ve avakirina paşerojeke aram û geş nîşan dide. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir