ÛNRWA: Li Refahê xizmetên me yên bingehîn hatin sekinandin
Serokê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Koçberên Filistînî (UNRWA) Philippe Lazzarînî got ku ji ber êrîşên rejima îşxalker neçar man xizmetên bingehîn ên ji bo koçberên Filistînî bisekinînin.
![ÛNRWA: Li Refahê xizmetên me yên bingehîn hatin sekinandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/zUdoSN8_JWwGHU0KMyXkB6lQBI0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/22/unrwa-li-refahe-xizmeten-me-yen-bingehin-hatin-sekinandin-fbb65b25.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Lazzarînî, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de got, “Sitargehên UNRWA yên li bajarê Refahê hatin valakirin û zêdeyî 2 milyon kes ji bo lêgerîna cihên ewle ji cih û warên xwe bûn. UNRWA neçar ma ku tenduristî û karûbarên din ên bingehîn û jiyanî li Refahê sekinîne.
Di parvekirinê de, Lazzarînî diyar kir ku tîmên UNRWA ji bajarê Xan Yûnis û navçeyên wê yên navendî yên li başûrê Xezzeyê, ku 1.7 mîlyon kes lê dijîn, xizmeta xwe didomînin. (ÎLKHA)