• DOLAR 32.705
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2444.576
  • ...
Xwediyê avahiya ku li Kuçukçekmeceyê hilweşiya hat binçavkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avahiya 4 qatî ya ku li çarreya Kolana Belediye û Cadeya Geçît a Meheleya Kartaltepeyê di derdora seat 08.40an de hilweşiya.

Piştî hilweşînê gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, lêgerîn-rizgar kirin, tendirustî û polîs hatin sewqkirin li cihê hilweşînê.

Piştî karên ewil 7 kes ji enqazê saxî hat xelaskirin. 5 kes hatin sewqkirin nexweşxaneyê 2 kes jî ji ber ku îhtîyacan wanê bi tedawîyê tune bû hatin şandin.

1 mirî 8 birîndar

Dema ku xebata derxistina ji bin enqazê ji bo 2 kesan berdewam bû kesek mirî hat derxistin.

Di daxuyaniya ji teref Walîtî hat belavkirin de hat gotin ku, “Ew kesê ku herê dawî di bin enqazê de ma bû, bi birîndarî hat rizgarkirin. Di bûyerê de 1 kes mir, 8 kes jî birîndar bûn.”

Xwediyê avahiyê hat binçavkirin

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "1 wekîlê serdozger, 1 serdozgerê komarê û heyeteke pispor a ji 3 kesan pêk tê hatin wezîfedarkirin. Lijneya pispor dest bi lêkolînan kir. Lêpirsîn bi baldarî didome."

Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmece, der barê xwediyê avahiyê H.M.G. de biryara binçavkirinê da. H.M.G ji aliyê ekîbên polîsan ve hat girtin û birin midûriyeta polîsan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir