• DOLAR 32.812
  • EURO 35.29
  • ALTIN 2442.529
  • ...
Wezîr Ozhasekî: 1,5 qatê avahiya ku hilweşîya qeçax bû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Wezîr Ozhasekî der barê avahiya ku li Kuçukçekmeceyê hilweşîya û di encamê de kesek mir û 8 kes jî birîndar bûn de agahî da.

Özhaseki, ku di derbarê mijarê de daxuyanî da û got ku, ji bo kesê ku li Taxa Kuçukçekmeceya Kartaltepeyê ji ber hilweşîna avahiyek jiyana xwe ji dest da rehma Xwedê, ji birîndaran re jî şifaya xêrê û ji gelê Stenbolê û welatî re jî derbasbûn xwest.

Özhaseki der barê mîmariya avahiyê de agahî da:

“Di encama lêkolînên me yên ewil de hat tesbîtkirin ku avahî 36 sal berê hatiye çêkirin û paşê 1,5 qat bi qaçaxî lê hatiye zêdekirin.

Di kontrolên destpêkê yên li cihê bûyerê de derket holê ku avahiya di sala 1988'an de hatiye çêkirin bêyî ku li gorî pîvanên mîmarî û endezyariyê tevbigere, di çêkirina wê de qûmê behrê hatiye bikaranîn û di qonaxên paşîn de jî mudaxele hatiye kirin ku statîka avahiyê qera bûye.

Ekîbên me lêkolînên xwe yên li qadê didomînin, em geşedanan gav bi gav dişopînin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir