• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Kesê herî dawî di bin enqazê de bû bi birîndarî hat dîtin: 1 mirî 8 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Avahiya 4 qatî ku li navbeyna Sikaka Geçîtê û Kolana Beledîyeya Meheleya Kartaltepeyê bû di seet 08.40an de hilweşîya.

Piştî hilweşînê gelek ekîbên AFAD, îtfaiye, lêgerîn-rizgar kirin, tendirustî û polîs hatin sewqkirin li cihê hilweşînê.

Piştî karên ewil 7 kes ji enqazê saxî hat xelaskirin. 5 kes hatin sewqkirin nexweşxaneyê 2 kes jî ji ber ku îhtîyacan wanê bi tedawîyê tune bû hatin şandin.

1 mirî 8 birîndar

Dema ku xebata derxistina ji bin enqazê ji bo 2 kesan berdewam bû kesek mirî hat derxistin.

Di daxuyaniya ji teref Walîtî hat belavkirin de hat gotin ku, “Ew kesê ku herê dawî di bin enqazê de ma bû, bi birîndarî hat rizgarkirin. Di bûyerê de 1 kes mir, 8 kes jî birîndar bûn.”

Lêpirsîn hat destpêkirin

Her wiha derheqê hilweşîna avahîyê de ji teref Serdozgerîya Komera ya Kuçukçekmeceyê lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir