Kêlîya hilweşîna avahîya li Stenbolê derket holê
Vê şeveqê li Stenbolê avahîyeke 4 qetî hilweşîyabû ku kêlîyên hilweşînê derketin holê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê li Taxa Kartaltepeyê avahîyeke 4 qetî hilweşîya.
Di dîmenên ku derketin holê de tê dîtin avahî bi gurmenîyeke mezin ji nişka ve hildiweşe.
Hat hînbûn cesedê kesekî ku di bin enqazê de mabû hat derxistin.(ÎLKHA)