Refaha ku di bin êrîşa siyonistên îşxalkeran de ye bû xirabe û kavil
Siyonistên terorîst ên îşxalker bi şiklekî hovane êrîşên xwe yên li ser bajara Refahê didomîne. Ji ber êrîşên ku tên kirin nêzî 1 milyon însan mecbûr man ku bajêr terk bikin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber êrîş û qetlîamên ku li bajêr tên kirin bajarê Refahê bûn xirabe û kavil.
Ji ber êrîşên ku tên kirin kolan, xanî û sûk vala man.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî berîya êrîşên 7ê Gûlanê 1 milyon û 400 hezar kes xwe spartibûn Refahê.(ÎLKHA)