Li Wanê mîksera betonê li bisqilêtê qelibî: 1 mirî
Li Rêya Armûşê ya Wanê kesê ku bi bisqilêta ceyranê dema ku derbasî aliyê din dibû, bi lêketina mîksera betonê jiyana xwe ji dest da.
![Li Wanê mîksera betonê li bisqilêtê qelibî: 1 mirî](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/J42LRTs6oEDKGjNz7HLs248fsWA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/22/li-wane-miksera-betone-li-bisqilete-qelibi-1-miri-23316025.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer, li çarrêya Ewlehiya Qevn a Kolana Îpekyoluyê pêk hat.
Li gor agahiyên hat bidestxistin, karkerê înşeatê ku bi bisqilêta ceyranê derbasî aliyê din dibû, mîksera betonê lê qelibî.
Li ser agahdayîna kesên derdorê polîs, û ekîbên tendirustiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîban tespît kirin ku kesê li ser bisqilêtê bû jiyana xwe ji dest daye.
Derheqê qezayê de lêpirsin ha destpêkirin. (ÎLKHA)