• DOLAR 32.72
  • EURO 35.291
  • ALTIN 2448.413
  • ...
Bergûsî: Daxuyaniya Bîden îtîrafa serneketina li Xezzeyê ye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bergûsî di daxuyani belavkir de wisa got, “Pêşniyara îsraîlî-Emerîkî ya ku ji aliyê Bîden ve hat ragihandin, qebûlkirina têkçûna armancên êrîşên îsraîlî yên tasfiyekirina etnîkî, ji holê rakirina berxwedanê, ferzkirina kontrola li ser Xezzeyê û bi darê zorê rizgarkirina girtiyan nîşan dide.”

Bergusî bal kişand ser hîleyên Netanyahu û her wiha hişyarî da ser israra wî ya ji bo bidawîkirina şer, vekişandina hêzên dagirker ji Zîvala Gazayê û ji nû ve avakirina her tiştê ku ji ber dagirkeriyê wêran bûye.

Bergûsî destnîşan kir ya ku niha hewce dike avakirina serkirdetiya neteweyî ya yekgirtî ya Filistînê û hikûmeteke lihevhatina neteweyî ya demkî ye ku yekitiya Şerîeya Rojava û Şerîda Xezzeyê misoger bike, planên dagirkeriyê pûç bike û ji bo hilbijartinên demokratîk ên azad amade bike.

Duh Serokê Emerîkayê Bîden îdia kiribû ku rejîma îşxalker li Xezzeyê pêşniyareke ji sê qonaxan pêk tê pêşkêşî agirbestê, berdana girtiyan û jinûve avakirina Şerîdê kiriye.

Biden bang li HAMASê kir ku pêşniyara îşxalkeran qebûl bike û bang li Benjamin Netanyahu jî kir ku "Ji zextên endamên koalîsyona desthilatdar ên ku li dijî pêşniyarê ne dûr bisekinin."

Berevajî tiştên ku di axaftina Bîden a li Koşka Spî de hate gotin, ofîsa Netanyahu got ku "li ser sekinîna şerê li Xezzeyê bi israr dike heta ku hemû armancên wî neyên bidestxistin."

Di vê navberê de, HAMAS di daxuyaniya xwe de got ku "Ewê pêşwaziyê li her pêşnûmeya li ser bingehê agirbesteke mayînde, vekişîna tam ji Xezzeyê, jinûveavakirin, vegerandina awareyan û temamkirina peymaneke cidî ya pevguhertina girtiyan bike."

Netanyahu li ser agirbesteke demkî bêyî bidawîkirina şer an vekişîna ji Xezzeyê israr dike. Li aliyê din HAMAS, di çarçoveya her peymana pevguhertina girtiyan de daxwaza sekinandina êrîşan, vekişîna artêşa îşxalker, vegerandina koçberan, xurtkirina alîkariyan û destpêkirina nûavakirinê dike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir