• DOLAR 32.521
  • EURO 35.006
  • ALTIN 2434.56
  • ...
Berdevkê Serîyyeyên Qudsê Ebû Hemze: Tirsa çalakîyên me yên ku nêz têne ew ê we ji Xezzeyê derxîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ebû Hemze di 239emîn roja operasyona "Tofana Eqsayê" de peyameke vîdyoyî parve kir û bal kişand ser wê yekê ku berxwedan "hê jî di rewşeke baş de ye" û "Xetereya kiryarên wan ên pêş de dê dijmin neçar bike ku ji Xezzeyê derkeve."

Ebû Hemze diyar kir ku berxwedana Filistînê li Xezze û Şerîeya Rojava şerekî hebûnê dimeşîne û destnîşan kir ku berxwedan wê di vê têkoşînê de bi ser bikeve.

Ebû Hemze der barê êsîrên ku di destê berxwedanê yên li Xezzeyê da ne daxuyand ku "ji bo parastina wan têkoşîneke dijwar a ewlehiyê dimeşînin" û ji siyonîstên îşxalker re weha got: "Yekane rêya rizgarkirina esîrên we vekişîna ji Xezeyê, peymana pevguhertinê û dawîkirina êrîşan e."

Di dema ku îşxalker şerê xwe yê qirkirinê li dijî Xezzeyê didomîne, Ebû Hemze destnîşan kir ku heta şerê li dijî Xezzeyê raweste vegera siyonîstên îşxalker bo herêmên xwe pêk nayê.

Ebû Hemze serkeftinên operasyona ji aliyê Serîyyeyan ve li dijî hêzên îşxalker li Xezzeyê pêk anîne nirxand û ragihand ku di hefteyên borî de li hemû herêmên şer bi taybet li Cîbalîyeyê li dijî hêzên îşxalker gelek operasyonên sekvaniyê hatine kirin.

Her wiha Ebû Hemze da zanîn ku bi roketên "Tandem", bermîlên teqemenî yên bilind û bombeyên "El-Ebabil" li herêmên Refah, Cîbalîye, taxa Zeytûnê û navenda bajêr bi dehan tirimbêlên îşxalkeran hatin têk birin.

Ji aliyê din ve Ebû Hemze destnîşan kir ku hêzên işxalker hema hema her roj bi dehan topên hewanê û roketên ji cura "107" bargehên xwe yên li Refah, Cibaliye û Netzarimê dikin hedef.

Berdevkê Fermandariya Qudsê her wiha diyar kir ku wan di hefteyên borî de Beerşeba, Asqelan û Sderot kirine hedef û 11 balafirên îşxalê yên ji tîpa Skylark û Quadcopter heta balafirên din ên îstîxbaratî û sîxuriyê li seranserê herêma şer a li Xezzeyê xistine xwarê.

Ebû Hemze di serî de gelê Filistînê yên sebir û berxwedêrên qehreman silav kir û li zanîngehên Emrîqayê, bajarên Ewropayê, meydan û paytextên Ereban hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê bi bîr anî.

Ebû Hemze bal kişand ser vê yekê ku encamên îradeya mezin û qurbanîdana şerê Tofana Eqsayê civakeke cîhanî li dora doza Filistînê li hev kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir