• DOLAR 32.904
  • EURO 35.239
  • ALTIN 2455.484
  • ...
Sûdan, wextî bibe weke Sûrî û Somalî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Webera Nûnerê Kevana Afrîkayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku YE niha li ser pakêteke din a cezayên têkildarî şer li dijî Sûdanê dixebite. Weber diyar kir ku piştî sepandina cezayan li ser hin aliyên nakok sala borî vê carê wê ev ceza bandorê li kesan bike.

Weber destnîşan kir ku ji sedî 24ê nifûsa Sûdanê "gehiştiye qonaxa xelayê" û wiha got: "Eger muzakere ji nû ve neyên destpêkirin, wê welat bikeve senaryoya Sûriye yan jî Somaliyê."

Weber banga vegerandina hevdîtinên agirbestê kir, "rewş di hefteyên dawî de xirabtir bûne û wêranî li seranserê welat belav bûye."

Weber got: "Wêranî heye, em behsa 2 mîlyon koçberan dikin, 8 mîlyon mirov ji cih û warên xwe bûne. di nav de li Xartûmê jî alîkarî tune ye. Rewşa Sûdanê hêwilnak e." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir