• DOLAR 32.808
  • EURO 35.329
  • ALTIN 2446.622
  • ...
Subîantoyê Serokê Dewleta Endonezyayê: Em ji bo şandina hêzên aşîtîyê ji Xezzeyê re amadene
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Subîantoyê li foruma Shangrî-Laya ku foruma ewlehiyê ya herî mezin a Asyayê ya li Sîngapurê tê kirin peyivî got ku, pêşniyara Serokê Emerîka Joe Biden ji bo agirbesta li Xezzeyê roja Înê "gaveke di rêya rast de ye".

Subianto herwiha daxwaza lêkolîneke berfireh li ser bûyerên vê dawiyê yên Refahê li başûrê Xezzeyê kir, bi taybetî bûyera ku bi "komkujiya çadiran" tê naskirin ku tê de bi dehan filistînî di encama bombebarankirina kampa koçberan de ji aliyê rejîma dagîrker ve hatin şehîdkirin û birîndarkirin.

Subiantoyê ku wê di meha cotmehê da bi fermî serokatiyê bi dest bixe, destnîşan kir ku welatê wî amade ye ku hezar û 100 Filistînîyên birîndar ên ji Xezzeyê qebûl bike û derman bike.

Foruma Asayîş û Parastinê ya Asyayê ku bi navê Foruma Diyalogê ya Şangrî-La jî tê binavkirin, bi beşdariya serokerkan, wezîrên berevaniyê û serokên welatên Hindo-Pasîfîk û Ewropayê 3 rojan li Sîngapurê tê lidarxistin. Foruma ku cara ewil di sala 2002an de hat lidarxistin îsal cara 21emîn tê lidarxistin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir