• DOLAR 32.752
  • EURO 35.133
  • ALTIN 2442.71
  • ...
HAMASê ji pêşnîyara agirbesta çeteyên îşxalker re bersivê da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASê der barê teklîfa ku Bîden eşkere kir de daxuyanî da û got, "Em teklîfa dawî ya agirbestê ya ku Emrîqayê Biden parve kiribû erênî dibînin. Em amade ne ku ji bo agirbesteke mayînde pêşwaziyê bikin."

Pêşniyara agirbestê ji 3 merhaleyan pêk tê

Di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî de Serokê Emrîqayê Joe Biden der barê rewşa dawî ya li Xezzeyê û pêşniyara nû ya çeteyên îşxalker a têkildarî danûstandinên agirbestê de daxuyanî da.

Biden diyar kir ku çeteyên îşxalker ên siyonîst pêşniyareke nû ya agirbestê ku ji 3 merhaleyan pêk tê pêşkêş kir, Biden diyar kir ku di merhaleya yekem de ev çeteyên îşxalker li gorî plana ku ji niştecihên Xezzeyê vekişin û hinek ji êsîrên ku di heyama 6an de ji aliyê aliyan ve hatine girtin, bêne berdan.

Serokê Emrîqayê her wiha bal kişand ser vê yekê ku di merhaleya yekem de tê pêşbînîkirin ku alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê rojane bibe 600 kamyon. Têkildarî pêşnûmeya ku bi rêya Qeterê ji HAMASê re hatiye şandin de, Biden got, "Di vê merhaleya yekem a 6 hefteyan de, îsraîl û HAMASê ji bo derbasbûna merhaleya duyemîn, ango rawestandina herdemî ya pevçûnan, dê danûstandinan bikin. Di merhaleya duyemîn de. Leşkerên mêr jî di nav de hemû êsîrên zindî yên mayî dê bên berdan û îsraîl wê ji Xezzeyê derkeve. Agirbesta demkî (di merhaleya yekem de) dê veguhere rawestandina şer a mayînde."

Biden diyar kir ku ger pêvajoya muzakereyan di navbera aliyan de ji 6 hefteyan zêdetir bidome, heta ku muzakere bidomin dê agirbesta demkî bidome. Biden da zanîn ku di merhaleya duyemîn de eger alî li ser hemû mijaran lihev bikin û agirbest mayînde bibe dê merhaleya sêyemîn jî dest pê bike. Biden ragihand ku di vê merhaleya dawî de ew ê pêvajoya ji nû ve avakirina Xezzeyê were rojevê êsîrên di destê partiyan de mane bên radestkirin. Biden diyar kir ku ew li bendê ne ku pêşniyara agirbestê hem ji aliyê çeteyên îşxalker û hem jî ji aliyê HAMASê ve bê qebûlkirin û got, "Dem hatiye ku ev şer bi dawî bibe. Dem dema derbasbûna merhaleyeke nû ye." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir