• DOLAR 32.845
  • EURO 35.25
  • ALTIN 2448.53
  • ...
Li Xezzeyê zarokek din ji birçîbûnê wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Zarokê bi navê Abdulkadîr El-Sarhî yê 13 salî ji ber birçîbûnê li Nexweşxaneya Şehîdên Eqsayê ya li Dêr el-Balahê jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ku di medyaya Filistînê ya ku ji çavkaniyên tenduristiyê hat hildan, hejmara şehîdên li Xezzeyê ji ber kêmxwarinî û tîbûnê derket 37an.

Hate gotin ku ev hejmara şehîdan a ragihandî tenê kesên ku gihiştine nexweşxaneyan nîşan dide û dibe ku bi dehan kes bêyî ku bigihêjin nexweşxaneyan ji ber birçîbûnê bê deng mirine.

Çavkaniyên tenduristiyê li Xezzeyê destnîşan bi wê yekê dikin ku rewşa saxlemiyê li Xezzeyê her ku diçe xirabtir dibe, bi taybet ku êrîşên artêşa işxalker li bajarê Refahê ber bi rojava ve berfireh dibin û hemû nexweşxane ji xizmetê derketine.

Tevî hemû hişyariyan ku rewşa mirovî ber bi xirabûnê ve diçe, lê işxalkeran deriyê sînorî yê Refahê 26 rojane girtiye, ku pêdiviyên jiyanê ji welatiyan re li navçeyên curbicur bi taybet li bakurê Xezzeyê digihîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir