Li Şerîaya Rojava û Qudsê 20 Fîlîstînî hatin desteserkirin
Leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker a sîyonîst, di êrîşên ku li Şerîaya Rojava û Qudsê li darxistine de 20 Fîlîstînîyan êsîr girtin.
Îşxalkeran, doh di seatên êvarê de li Quds û Şerîaya Rojavayê êrîşî gelek malan kirin.
Leşkerên qaşo yên rejîma îşxalker li Beytullahîm, Nablus, Cenîn, El Xelîl û Kalkîlyaya Şerîaya Rojavayê pîrek û êsîrên berê jî di nav de herî kêm 20 Fîlîstînîyan êsîrgirtin.
Ji 7ê Cotmehê vir ve ku Tûgayên Îzzeddîn El Qessam li dijî sîyonîstan Operasyona Tofana Eqsayê dan destpêkirin vir ve li Quds û Şerîaya Rojavayê tim û tim êrîş li dijî xanîyan tê kirin û Fîlîstînî jî bi îddîayên curbecur têne desteserkirin.
Komîsyona Minasebetên bi Êsîrên Berê û Êsîran û Klûba Êsîrên Fîlîstînî, daxuyandin ku rejîma sîyonîst ji 7ê Cotmehê vir ve 8 hezar û 975 Fîlîstînîyan desteser kirîye. (ÎLKHA)