Yemen wek tolhildana êrîşên Amerîka-Îngîltere li keştiya balafirên Emerîkayê xist
Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî der barê êrîşa ku di êrîşên Emerîka û Îngîltereyê de ku 16 kes şehîd bûbûn û 41 kes jî birîndar bûbûn de daxuyanî da.
![Yemen wek tolhildana êrîşên Amerîka-Îngîltere li keştiya balafirên Emerîkayê xist](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/euoXO8AICujFGBWTjUruwEZH8OA=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/22/yemen-wek-tolhildana-erisen-amerika-ingiltere-li-kestiya-balafiren-emerikaye-xist-25bcaef2.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat ragihandin ku di êrîşan de avahiya Ewlehiya Peravê ya li Bendera Salîfê û avahiya Radyoya Hudeydayê û gelek keştiyên bazirganiyê yên li benderê zirar dîtine.
Serî der barê operasyona ku li hemberî êrîşên Emerîka û Îngîltereyê hat kirin da agahî da û wiha got: "Li hemberî van sûcan, hêzên mûşekî yên hêzên çekdar ên Yemenê û hêzên deryayî operasyoneke hevpar li dar xistin. Operasyona leşkerî ya ku Emerîkayê hedef gir, keştîya balafiran 'Eisenhower' li Deryaya Sor hejmareke zêde ya baskan pêk anî û bi mûşekeke balîstîk hat lêxistin. Şikir ji Xwedê re, rasterast lêdanek pêk hat. Hêzên çekdar ên Yemenê dudilî nabin ku rasterast û yekser bersiva her êrişeke nû li ser axa Yemenê bidin û hemû çavkaniyên metirsiyê û hemû armancên dijminên Emerîka û Îngîltereyê ya li deryaya sor û deryaya Erebî bikin armanc.”
Serî destnîşan kir ku heta êrîşên li dijî Filistînê dewam bikin wê operasyon dewam bikin û wiha got: "Hêzên Çekdar ên Yemenê ji pêkanîna erkên xwe yên dînî, exlaqî û însanî yên li hemberî gelê Filistînê, sûcên êrîşkariya Emerîka û Îngîltereyê asteng nakin. Heta ku êrîş bisekinin û gelê mezlûm ê Filistînê yên li Şerîda Xezzeyê heta rakirina dorpêçê wê bidomin.” (ÎLKHA)