• DOLAR 32.7
  • EURO 35.227
  • ALTIN 2446.445
  • ...
Ji generalê qaşo ya îşxalkeran îtiraf: Em şera li Xezzeyê winda dikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Brîkê ku ji çapemenîya îşxalê re peyivî got ku, “Em di şerê Xezzeyê de winda dikin. Di heqê şert û mercên dijwar ên hêzên me yên li Xezzeyê ji fermandarên tumen, lîway û tabûran agahî girt. Hêzên me nehatine perwerdekirin. Dest ji şîroveyên ku dibêjin hêzên me elît û perwerdekirî ne, berdin. Artêşa me her roj winda dike.”

Brîk di daxuyaniyên xwe yên berê de jî goti bû ku, “Kabîneya şer a Benjamin Netanyahû, Yoav Galant, Herzi Halevi, Benny Gantz û Gadi Eisenkot îsraîl ber bi felaketeke mezin ve dikişîne. Ew ji têkçûna 7ê Cotmehê berpirsyar in û di têkçûna şerê Xezzeyê li dijî HAMASê de roleke mezin dilîzin. Ew qerarên ku dê bibe sedema hilweşîna niştecihên li bakur û başûr, têkçûna artêş û aborî û têkçûna têkiliyên bi welatên cîhanê û gelê îsraîlê re distînin.

Berpirsiyarên mezintirîn şikestin û felaketa ji damezrandina îsraîl ve çawa dikarin bibin serokê kabîneya şer? Hewcebû kû demeke dirêj berê ji ber îhmalê li dadgehan bihatana darizandin. Di demekê de ku civata wezîran vê dawiyê qerara berfirehkirina şerê Refahê dabû, lê biryarên berê yên vê kabînê bû sedema kuştina bi sedan leşkeran û birîndarbûna bi hezaran. Artêşê hêzên xwe ji nû ve anîn herêmên ku berê vekişiyabûn. Ji nû ve dagirkirina van herêman wê ne tenê dawî li HAMASê bîne, hejmara leşkerên mirî û birîndar jî zêde bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir