• DOLAR 34.166
  • EURO 38.218
  • ALTIN 2920.218
  • ...
Yapicioglu ji hemû parlamenteran re bang kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Huda Par Bill; Pêşniyar dike ku parlementoya Tirkiyê sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê bên darizandin û cezakirin, mafên wan ên hemwelatîbûnê bi dawî bibe, mal û milkên wan bên desteserkirin û radestî xezîneyê bên kirin.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameyeke televizyonê de bang li parlementeran kir û got: "Ev mijar ne bi ti partiyan û ne jî bi Tirkiyeyê re têkildar e."

Yapicioglu, anî ziman ku ew ji roja ewil û vir ve li dijî qetlîama li Filistînê derdikevin û got, "Nêzî 8 meh in li Xezzeyê qirkirineke mezin tê kirin. Hema bêje li hemû welatan mirovên hestiyar û xwedî wijdan li ber xwe dane ku haya xelkê ji vê zulmê zêdetir dibe, lê sîstema cîhanî li hember vê zulmê tiştekî nake.”

Yapicioglu got ku wan di bernameya partiya xwe de destnîşan kir ku pergala Neteweyên Yekbûyî ne domdar e û li wir biryarek adil nayê dayîn, divê cîhan hewcedariya avakirina pergalek nû ya cîhanî hîs bike.

Yapicioglu got ku siyonîst tenê ji hêz û daxwazên siyasî fêm dikin û şerm nikare siyonîstan bisekinîne lê Dadgeha Laheyê ji bo pêşerojê gaveke baş e.

Pêşnûme wê beriya Cejna Qurbanê di Lijneya Giştî de bê nîqaşkirin

Yapicioglu weha got: "Me di meha Kanûnê de pêşnûmeya qanûnê pêşkêşî serokê parlamentoyê kir. Em li bendê bûn lê lijneyê biryarek derneket û nehat nîqaşkirin. Mafê her parlamenterî heye ku salê carekê pêşnûmeyekê pêşkêşî meclisê bike û daxwaza gotûbêjê bike. Ez bawerim pêşnûme qanûn dê beriya Cejna Qurbanê di Lijneya Giştî de bê nîqaşkirin."

Yapicioglu got di pêşnûmeyê de 4 daxwazên wan ên bingehîn hene

- Li ser daxwaza Wezîrê Dadê û li ser biryara Meclîsê rê li ber darizandinên sûcên li dijî mirovahiyê li Tirkiyeyê vedike.

"Tirkiye îmze avêtiye peymanên navneteweyî yên pêşîlêgirtina sûcê qirkirina mirovahiyê. Tirkiye dikare kesên ne welatiyê van sûcan kirine mehkeme bike. Lê mafê giliyê Wezareta Edaletê heye.

- Berpirsiyarên qirkirin û sûcên li dijî mirovahiyê bên darizandin û cezakirin.

Ji bo welatekî biyanî leşkeriyê kirin sûc e. Hinek kesên ku ji bo sîyonîstan xwedî hemwelatîbûna dualî ne, beşdarî şer dibin û dibin hevparê sûcê qirkirinê. Em dibêjin bila ev kes bên cezakirin û cezayê muebetê bê dayîn.

- Kesên xwedî hemwelatîbûna dualî ji hemwelatîbûna wan bê standin, mal û milkên wan bên desteserkirin û radestî sindoqa malbat û ciwanan bê kirin.

Tiştekî din dibêjin. Ger ev kes ji bo darizandinê neyên welat, dê mafên wan ên hemwelatîbûnê ji holê bên rakirin, mal û milkên wan ên li Tirkiyeyê ji wan bên standin, ji bo sindoqa Malbat û Ciwanan bên şandin û ji bo zewaca ciwanên feqîr bên bikaranîn."

Vexwendina parlementeran

Yapicioglu weha got: "Ez bang li hemû 594 parlamenteran dikim ku piştgiriyê bidin pêşnûmeqanûnê. Ev mijar ne girêdayî tu partî û Tirkiyeyê ye, meseleya hemû mirovahiyê ye." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir