• DOLAR 32.72
  • EURO 35.291
  • ALTIN 2448.413
  • ...
Li Diyarbekirê otomobîl li trêna barê qelibî: 2 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, doh bişev, li Meheleya Kortaşa girêdayî navçeya Erxenîyê pêk hat.

Li gor agahiyên hat bidestxistin, otomobîla bi pleqaya 26 TR 173 ya ku di bin qontrola A.G. de bû, li trêna barê ya ku sefera Karabuk-Şemrexê dikir qelibî.

Otomobîl bi lihevqelibînê 20 metre kişkişî û 2 kesên ku di otomobîlê de bûn birîndar bûn.

Li ser agahdayînê ambulans hatin li cihê bûyerê û birîndaran birin Nexweşxaneya Erxenîyê.

Lêpirsîna ku di heqê qezayê de da destpêkirin berdewam e. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir