Li Enqereyê pîrekek bi merê êrîşî pîreka çarşefkirî kir
Li Enqereyê pîrekek got “dilê min ji we dexele” û heqaret li pîreka çarşefkirî kir, bi tevî merê destê xwe jî êrîş kir.
![Li Enqereyê pîrekek bi merê êrîşî pîreka çarşefkirî kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/anD5wfU6NDs6bA40LMINaU23Psg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/22/li-enqereye-pirekek-bi-mere-erisi-pireka-carsefkiri-kir-58072b1f.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Pîrekek bi çarşefkirî ku li Enqereyê li ser kursîyê rûdinêşt, ji teref miroveke di zêhnîyeta 28ê Sibatê de ye û nasnameya wê nayê zanîn ve dûçarê êrîşê hat.
Dîmenên ku bi telefonê hatin kişandin, nîşan dide ku pîrekek ku nasnameya wê nayê zanîn, êrîşî pîreka bi çarşefkirî dike û serê wê vedike. Pîreka êrîşdar di dema êrîşê de jî dibêje “ dilê min ji we dexele”
Ev dîmenên ku li ser medyaya civakî hat parvekirin bû sedema bertekan. (ÎLKHA)