• DOLAR 32.573
  • EURO 35.054
  • ALTIN 2439.84
  • ...
Otobûsa rêwîyan gêrê şerempolê bû: 21 mirî, 69 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li herêma Cammû Keşmîra Hîndistanê otobûs gêrê şerempolê bû.

Otobûsa ku diçû herêma Reasîya Cammû Keşmîra wîlayeta Uttar Pradeşê, li herêma Aknurê ji 200 metre bilindahîyê gêrê şerempolê bû.

Di encama qezayê de 21 kesan canê xwe ji dest dan, 69 kes jî birîndar bûn.

Li Hîndistanê ji ber rê û binesazîya xerab tim û tim qeza pêk têne.

Di rapora ku di sala 2023yan de hatibû belavkirin de hatibû destnîşankirin ku li welat hema hema ji 3,5 sanîyeyê yek qezaya trafîkê pêk tê.

Di raporê de hat diyarkirin di rojê de derdora 1264 qeza pêk tê û her roj 462 kes dimirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir