Rejîma sîyonîst li Sûrîyeyê êrîşa asîmanî li dar xist: 1 zarok mir, 10 sîvîl birîndar bûn
Rejîma îşxalker a sîyonîst, doh êvarê li hinek cîhên Sûrîyeyê êrîşa asîmanî li dar xist, di encama êrîşê de zarokek canê xwe ji dest da, 10 sîvîl jî birîndar bûn.
Ajansa xebera rejîma Sûrîyê SANA, daxuyand ku rejîma sîyonîst li Banyasê cîhekî û avahîyekî hedef girt.
Di xeberê de hat îfadekirin ku di êrîşê de zarokek canê xwe ji dest da, 10 sîvîl jî birîndar bûn û zerara meddî jî pêk hat.
Hat destnîşankirin ku êriş di seat 19.30yan de pêk hat. (ÎLKHA)