• DOLAR 32.863
  • EURO 35.164
  • ALTIN 2430.497
  • ...
Parlamenterên HUDA PARê, bi Wezîr Bayraktar re pirsgirêk û daxwazîyên Êlihê gotubej kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sê wekîlên HUDA PARê, ji bona ku dawxazî û pirsgirêkên Êlihê teqdîm bikin bi Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar re hevdîtinê kirin.

Ramanli derheqê hevdîtinê de daxuyanî da û weha got:

“Em bi Parlamenterê me yê Mêrsînê Birêz Faruk Dînç û Parlamenterê me yê Entabê Birêz Şahzade Demîr re bi Wezîrê Kehnîyên Tebiî û Enerjîyê Alparslan Bayraktar re hevdîtinek lidar xist. Me bi Wezîr re meseleyên:

- Zêdekirina heqê kokê yê xebatkarên TPAOyê û heqê mesaîyên wan ên zêde,

- Kontrolkirina cezayên ku ji teref fîrmaya belavkirinê ve ji aboneyên erdgazê re têne birîn,

- Ji cotkaran re dayîna desteka ceryanê hevdîtin kir, daxwazî û gilîyên xelkê xwe teqdîm kir. Em ê şopînerê çareserîyê bin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir