• DOLAR 32.675
  • EURO 35.097
  • ALTIN 2444.469
  • ...
Çeteya îşxalê Fîlîstînîyan bi cebilxaneya Emrîqayê şewitand
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî xebera CNNê, pisporên çekan îfade kirin ku çeteya îşxalê di êrîşê de bombeya ji tîpa GBU-39an ku ji teref Emrîqayê ve tê çêkirin bikaranîtîye û nimereya çekên ku li herêmê hatine şixulandin û nimerayên ku ji teref Emrîqayê ve hatine çêkirin wek hev in.

Pisporê çek û teqemenîyan Chris Cobb-Smith, destnîşan kir ku çeteya îşxalê bombeyên ku ji teref Emrîqayê ve têne çêkirin bikaranîtîye, “Li herêmên ku nifûs zêdene, ger ku bombeyên biçûk bin jî bikaranîtina bombeyekî daîma dibe sedema rîskê.”

Endamê berê yê artêşa Emrîqayê, destnîşan kir bombeyên ku têne şixulandin li gorî bombeyên dinê cuda ne û taybetîyên wan ên cuda hene, ev tiştê jî mirov ji duva bombeyan dikare bi rehetê tespît bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir