• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Agirîyê qirkirinên rejîma îşxalker hatin protestokirin: “Zimanê ku sîyonîst jê fêhm dike çek e!”
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Welatîyên ku piştî nimêja mexrîbê li Camîya Meydanê kom bûn, pêşî meşeke bi meşaleyê li dar xistin.

Di dema meşê de tim û tim tekbîr hatin avêtin û siloganên “Lêxe Lêxe HAMAS li îsraîlêxe”, “îsraîl qehr be”, “Ji Hemasê re silav ji berxwedanê re dewam” hatin gotin.

Meş di Ceddeya Cumhurîyetê de dawî bû û li wê derê daxuyanîya çapemenîyê hat lidarxistin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Hakan Yildirim ve hat xwendin.

“Zimanê ku sîyonîst jê fêhm dikin zimanê çekê ye”

Yildirim weha got, “Dîwana Edaleta Navneteweyî ji bo sekinandina êrîşan biryar girt lê sîyonîstan konên li Refahê bombe kirin ev jî nîşan dide ku rejîma îşxalker xeyn ji zimanê çekê ti zimanekî fêhm nake.”

Yildirim bal kişand ku sîyonîst li hember micahîdên qehreman pileya heri bilind yê aczîyeta xwe dijî û ji ber vê yekê ew jî heyfa xwe ji sîvîlan distîne, “Çend roj berê berxwedan leşkerên îsraîlê êsîr girt û sîyonîstan li Xezzeyê derbeyekî nû girtin. Axavtina zalimtî, wehşîtî û qatilîya îsraîlê êdî beredayîye. Ji îro şûnda tiştekî tenê heye ku bê kirin; ew jî li hembr sîyonîstan tevgerekî fiîlî ye. Daxwazîya vê xelkê ku ev bû 8 meh e li meydan û qadanan jî ev e. Di vî warî de mesulîyeteke mezin li ser milê serokên welatên Îslamê ye. Ji xwe tê dîtin ku rejîma îsraîlê ji bertekan, şermezarkirinan fêhm nake û di etra wî de jî nîne.”

Yildirim di dawîya axavtina xwe de weha got, “Desteknedayîna ji Xezzeyê re revîna ji cîhadê ye. Êrîşên sîyonîstan ên li dijî Quds, Eqsa û Fîlîstînê hewce dike ku Misilman jî cîhada parastinê bikarbînin. Divê xelkê Misilman qasî ku ji destê wî tê seferber bibe, bi hemû îmkanên di destê xwe de êrîşî dijmin bike an jî dijmin û alîgirên wan protesto bike û ev jî ferz e.”

Protesto bi dudayê dawî  bû. (ÎLKHA)































Bu haberler de ilginizi çekebilir