• DOLAR 32.679
  • EURO 35.105
  • ALTIN 2442.566
  • ...
Hikumeta li Xezzeyê: Îşxal, li Refahê di nav 48 seatan de 72 kesan qetil kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya Hikumeta li Xezzeyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku artêşa rejîma îxşalker li herêmên ku îddîa dike cîhên ewle ne bombe dibarîne.

Hat îfadekirin ku di nav 48 seatên dawîn de 72 kes şehîd bûne û 3 “sûcên însanîyetê” pêk hatine.

Ji welatên dinyayê re banga şermezarkirina “qetlîamên bi pêşengîya îsraîlê û Emrîqayê têne lidarxistin” hat kirin.

Hat diyarkirin ku artêşa îsraîlê “Bi êrîşên li bajara Refahê ji UAD û Dadgeha Cezaya Navneteweyî (UCM) re bi zelalî meydanê dixwîne, ji welatên dinyayê re jî peyama kuştina sîvîlên Fîlîstînê û qirkirinê re berdewamê dide.”

Di daxuyaniyê de êrîşên dawî hatin şermezarkirin, hat destnîşankirin ku divê welatên cîhanê jî van qetlîamên hovane yên bi pêşengiya îşxalker û Emrîqayê têne kirin şermezar bikin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşên ji 7ê Cotmehê û vir ve 130 hezar kes mirin, birîndar bûn û winda bûn û hat destnîşankirin ku rejîma îşxalker, rêveberiya Emrîqayê û welatên ku di sûcê qirkirinê de cih digirin, bi temamî berpirsiyarê vê rewşê ne.

Di daxuyaniyê de ev bang hatin kirin:

"Em bang li Dadgeha Tawanan a Navneteweyî û hemû dadwerên azad ên cîhanê dikin ku sûcdarên şer ên "Îsraîlî", sûcdarên şer ên Emriqayö û hemû sûcdarên şer ên ku beşdarî kuştina bi deh hezaran sivîl û koçberan bûne, bidarizînin.

Em bang li hemû welatên cîhana azad û hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li îşxalê bikin da ku şerê qirkirinê rawestîne, ku her roj û bi her komkujiyekê re zêdetir koçber, sivîl û mexdûran canê xwe ji dest didin.

Her wiha em bang dikin ku deriyê bejahî yê Refahê bê vekirin û bi hezaran birîndar û nexweş ji bo dermankirinê biçin derve." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir