• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Sekreterê Giştî yê NY Guterres: Divê ev dehşet bê dawîkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, êrîşa ku rejîma îşxalker şeva borî li kampa konan a li Refahê ku Fîlîstînîyên ji cîhê xwe bûbûn di nav de dijîyan li dar xist şermezar kir.

Guterres derheqê meseleyê de li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ez, çalakîya îsraîlê ku dibe sedema mirina sîvîlên ku di vê herbê de dixwazin xwe biparêzin şermezar dikim. Li Xezzeyê cîheke ewle tineye. Divê ev dehşet bê sekinandin.”

Rejîma sîyonîst, ji konên Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de bûn re di 26ê Gulanê de êrîşek li dar xistibû, di encama wê êrîşê de herî kêm 40 kes şehîd bûbûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir