Li kampa ku Misilmanên Arakanî lê diman şewat derket
Di şewata ku li kampa Mislimanên Arakanî ya li Cox's Bazara Bangladeşê derket de 230 stargeh bûn xwelî û zêdeyî 200 stargeh jî zirar dîtin.
![Li kampa ku Misilmanên Arakanî lê diman şewat derket](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/wf3daQfH0D6n5WVr_m5q7JzgPfM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/21/li-kampa-ku-misilmanen-arakani-le-diman-sewat-derket-a5c15fe1.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li kampa jimare 13 a li bajarê Cox's Bazara ku zêdetirî 1 milyon misilmanên Arakanî ku piraniya wan ji êrîşa leşker û Budîstên Myanmarî reviyane, şewat derket.
Hat diyarkirin ku di şewatê de herî kêm 230 stargeh û 100 avahiyên din bi temamî bûne xwelî û zêdetirî 200 stargeh jî zirar dîtine.
Hat ragihandin ku di şewatê de herî kêm 10 kes birîndar bûne.
Şewat ji aliyê ekîbên îtfaîyê ve hat kontrolkirin. (ÎLKHA)