Li Meksîkayê qampanyaya hilbijartinê bû gola xwînê: 9 mirî
Li Meksîkayê di 2yê Hezîranê de ji bo serokkomarîyê hilbijartin wê bê tertîpkirin, ji ber vê yekê namzed qampanyayan li dar dixin, ji wan yek jî Jorge Alvarez Maynez e, Maynez di dema kampanyaya hilbijartinê de sehne û ekran hilweşîya, di encamê de 9 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li wîlayeta Nuevo Leonê di dema bernameyekî de pêk hat de, 9 kesan canê xwe ji dest dan, herî kêm 50 kes birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku qeza ji ber baya dijwar pêk hatîye.
Hat daxuyandin rewşa Maynezê ku ji nexweşxaneyê re hat rakirin baş e.
Li welat di pêvajoya hilbijartinê de nêzê 200 endamên raya giştî, sîyasetmedar an jî namzed hatine kuştin an jî hatine tehdîtkirin. (ÎLKHA)