Cenazeya Hesen Saklananê şehîdê Qudsê hat anîn memleketa wî
Cenazeya Hesen Saklananê ku li Qudsê ji teref siyonistên îşxalker ve hat şehîdkirin hat anîn memleketa wî Rihayê.
Cenazeya şehîd ji teref hezkirî û malbata wî ve li balafirgehê hat teslîmgirtin û hat birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehîyê yê Mehmet Akîf Înan a Rihayê.
Hat hînbûn piştî otopsîya ku dê bê kirin ew ê cenaze bê birin Mizgefta Eyyup Pêxember û piştî nimêja cenazeyê dê bê veşartin.
Hat ragihandin ew ê Parlementerê HUDA PARê yê Entabê Şahzade Demîr û qelebalixeke mezin beşdarî merasîma cenazeyê bibe.(ÎLKHA)