• DOLAR 32.967
  • EURO 35.336
  • ALTIN 2449.326
  • ...
Li Misirê mînîbûs ket nav çem: 10 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li bajara Gîzaya nêzê Qahîreyê pêk hat.

Li gorî çapemenîya welat, şofêrê mînîbûsê, di nav ferîbotê de bi kesekî re ket nav nîqaşê û di encama nîqaşê de şofêr frêna destan kaş nekir û ji mînîbûsê peya bû.

Hat îfadekirin mînîbûsa ku di nav de karkerên pîrek jî hebûn 23 kes ketin nav Çemê Nîlê.

Hat ragihandin piştî bûyerê mirovên di nav ferîbotê de ketin nav çem û mirovên di nav mînîbûsê de bûn xelas kirin.

Ji herêmê re ekîbên tenduristî û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin, di encama xebatê de 13 kes hatin xelaskirin lê 10 kes jî canê xwe ji dest dabûn.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)









Bu haberler de ilginizi çekebilir