Li Nîjeryayê di 2 êrîşên biçek ên cuda de 40 kes mirin
Li herêma madenê ya eyaleta Plateau ya Nîjeryayê di 2 gulebaranên cuda de 40 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes birîndar bûn û hin kes jî êsîr hatin girtin.
![Li Nîjeryayê di 2 êrîşên biçek ên cuda de 40 kes mirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/dZuoK_6aBWQfGrtW2pFci3CHcXs=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/21/li-nijeryaye-di-2-erisen-bicek-en-cuda-de-40-kes-mirin-a5a4c921.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gor agahiyên ku ji medyaya herêmî hatin girtin, li eyaleta Plateauyê li qada madenê ji teref komek kesên çekdar ve êrîşeke çekdarî hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê di 2 êrîşên cuda yên çekdarî de 40 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.
Aûdû Ûmmahê Rayedarê Herêma Waseyê êrîşên çekdarî yên li gundên Kompani Zurak û Bandalala yên li navçeya Wase ya madenê piştrast kir.
Ûmmah diyar kir ku di êrîşê de 40 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn û destnîşan kir ku bi dehan kes êsîr hatine girtin. (ÎLKHA)