Îşxalkeran li Cenînê 7 Fîlîstînîyan şehîd kirin
Terorîstên îşxalkeran li Cenîna Şerîaya Rojavayê êrîşan li dar xistin û di encamê de 7 Fîlîstînîyan şehîd kir.
Wezareta Tenduristî yê Fîlîstînê daxuyand ku 7 Fîlîstînî ji teref îşxalkeran ve hatine şehîdkirin, du jê giran 9 Fîlîstînî jî birîndar bûn.
Çavkanîyên tenduristîyê destnîşan kirin ku Dr. Useyd Kemal Cebbarî ku di Nexweşxaneya Dewlet a Cenînê de pisporê cerrahî ye dema ku diçû nexweşxaneyê şehîd bûye.
Komeleya Hîva Sor, destnîşan kir ku îşxalkeran nehiştîye ku ambûlans û ekîbên tenduristîyê xwe ji birîndaran re bighêjînin.
Hat ragihandin îşxalkeran ji Kampa Cenînê re leşkerên îlawe şandine, pevçûnên di navbera berxwedêr û leşkerên îşxalkeran de hêj berdewam dike. (ÎLKHA)