• DOLAR 32.745
  • EURO 35.321
  • ALTIN 2449.534
  • ...
Rejîma sîyonîst, dibistan û wargehan bi qestî hedef digre
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Medyaya Hikumetê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku rejîma îşxalkerên sîyonîst, li Cîbalîyeyê wargehên ku sîvîl di nav de dijîyan dûçarê xerabûneke mezin kirîye, “Artêşa îşxalê, dibistan û wargehên Fîlîstînîyan ên di Kampa Penaberên Cîbalîyeyê de bi qestî hedef digre.”

Di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin, “Artêşa îşxalê, dibistan û wargehên Fîlîstînîyan ên di Kampa Penaberên Cîbalîyeyê de bi qestî hedef digre, di encama vê hedefgirtinê de gelek însan şehîd bûn, bi sedan birîndar bûn û hêj gelek mirov jî di bin kavilan de ne.

Sûcên îşxalê ku bênavber didome, bûye sedema şehîdbûna 45 hezar xelkê me û nêzê 80 hezar însanên me jî birîndar bûne. Ji ber hedefgirtina qestî, dibistan, wargeh, nexweşxane û binesazîya xizmetê hema hema bi temamî xera bûne.”

Hat îfadekirin girtina Derîyê Sînora Refahê dibe sedema neketina tirên alîkarîyan û ev jî hişyarî dide ku ew ê di xelkê Fîlîstînê de xelayeke mezin çêbibe. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir