Reîsîyê ku di qezayê de wefat kir, wê sibe li bajara Qumê bê definkirin
Cenazeyên Serokkomar Îbrahîm Reîsî û lijneya bi wî re ya ku li Îranê di qezaya helîkopterê de canê xwe ji dest dabûn ew ê roja Sêşemê li bajara Qumê di dema nimêja esrê de bê definkirin.
Ajansa xeber a fermî ya Îranê IRNA, bernameya cenaze ya Reîsî parve kir.
Hat destnîşankirin ku ew ê cenazeya Reîsî sibe li Tebrîzê bername bê lidarxistin û dûre jî li bajara Qumê di dema esrê de bê definkirin. (ÎLKHA)