Iraq, ji bo wefata Serokkomarê Îranê şîn îlan kir
Iraq, ji bo Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahîyan ku di encama qezaya helîkopterê de wefat kiribûn sibe şîn îlan kir.
![Iraq, ji bo wefata Serokkomarê Îranê şîn îlan kir](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/GI3rSqtgwAS8yupkeEHs30NoJsI=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/21/iraq-ji-bo-wefata-serokkomare-irane-sin-ilan-kir-87e3df7a.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Di daxuyanîya ku ji teref ofîsa Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîya el-Sudanî ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku ji bo Reîsî û Ebdullahîyan û yên dinê ku wefat kirine 21ê Gulanê roja Sêşemê şîn hatîye îlankirin.
Di daxuyanîyê de weha hat gotin:
“Em di van demên zor û zehmet de li cem xelk û serokên Îranê ne, bi hîsên wan ên jan û xemgînîyê re di nav piştgirîyê de ne.
Hikumeta Iraqê piştî van bûyerên ku pêk hatin û li ser wefata Serokkomarê Komarîya Îslamî yê Îranê Îbrahîm Reîsî , Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahîyan û hevalên wî, sibe, roja Sêşemê li giştîyê Iraqê ji bo rojekî şîn îlan kir.”
Berîya Iraqê jî Pakistan, Libnan û Sûrîye ji ber mirina Reîsî biryara îlankirina şînê girtibûn. (ÎLKHA)