• DOLAR 32.901
  • EURO 35.266
  • ALTIN 2470.172
  • ...
Libnan ji bo 3 rojan şîn îlan kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Libnanê Necîp Mîkatî ragihand ku ji ber mirina Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan di ketina helîkopterê de li wî welatî 3 roj şîna fermî hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku dê di dema şînê de alên li hemû saziyên fermî yên li Libnanê heta nîvî werin daxistin û televîzyon û radyoyên dewletê dê li gorî vê bûyera bi êş bernameyên xwe li dar bixin.

Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî têde bû, doh li wîlayeta Azerbaycana Rojhilat ji ber şert û mercên dijwar ên hewayê li eraziyên çiyayî ket xwarê.

Di helîkopterê de Serokomar, Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Malik Rahmetî û Îmamê Îniyê yê Tebrîzê Ayetullah Alî Haşim jî di nav de 9 kes wefat kirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir